Nîsan 14, 2021 20:17 Asia/Tehran
  • Kombûna hogiriya Qurana pîroz li cem Rêberê Giranqedr ê Inqilabê

Li gorî meha Remezanê ya salên berê, kombûna hogirî û evîndariya derheq Qurana Pîroz di roja yekem a meha Remezanê de bi amadebûna Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di riya vîdeo-konferansê de dest pê kir.

Ajansa nûçan a IRIB ragihand, li gorî berçavgirtina destûrên tenduristiyê yên Navenda Niştimanî ya dijî Koronayê di derbarê lidarnexistina civînên girseyî de, merasîma îsal  di forma vîdeo-konferansê de û tenê bi amadebûna komek ji xwendevanên(qariyên) navdar ên Quranê li wêlat li salona Nimêjgeha Îmam Xumeynî (RE) ya li Tehranê li dar dikeve.

Merasîm îro ji saet 5:00 PM ve bi awayekî zindî ji kanalên radyo û televîzyonên medya neteweyî û hesabên fermî yên KHAMENEI.IR li ser torên civakî tê weşandin.

Serepeyv