Kanûn 21, 2025 13:29 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Em pabendê dadmendane ne, lê spandinê qebûl nakin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Em hela jî ji bo lihevkirina dadmendane û hevseng a bi muzakirê amade ne, lê qet dê neçin bin barê zext, gef u sepandinê.

Seyîd Ebbas Iraqçî di hevpeyvîna tev Şebekeya Rusia Todayê da got: Muzakireyên navokî berî êrişên vê dawîyê yên Rejîma Sîyonîst u Amerîkayê berdewam bûn, lê ji ber wan êrişên neqanûnî, demajoya gotûbêjan hat sekinandin. Iraqçî got: Teknolojîya navokî ya Îranê bi bombebaranê ji nav naçe u mafê zengînkirinê, mafê rewa yê Îranê ye û em jê nayên xwarê. 

Wî herwiha got: Îran amade ye fenanî Rêkevtinameya Navokî, derbara biaştîbûna bernama navokî ya xwe da dilnîyayîyê bide, bi mercê rakirina boykotan u rêzgirtina dualî. Iraqçî ji ber ku Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî bûye emrazeke sîyasî u herwiha bêdengîya wê li hember êrişên ser binkeyên navokî yên Îranê rexne kir û zêdekirina leşker u alavên cengê yên Amerîkayê u parastîbûna Rejîma Sîyonîst hokarên têkçûna istiqrarê li navçeyê zanî.

Serepeyv