Kanûn 22, 2025 16:48 Asia/Tehran
  • Beqayî: Bernameya mûşekî ji bo berevaniya ji Îranê hatiye pêşxistin ne ji bo muzakirê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Bernameya mûşekî ya Îranê ji bo berevaniya ji welêt hatiye berfirehkirin û li ser şiyanên Îranê di warê berevaniyê de qet nikarin muzakirê bikin.

Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftiyê de wek berteka himber rapora medyayê derheq armancên sefera Netanyahu ya Amerîkayê û qanih û  razîkirina Amerîkayê bo êrişa ser Îranê got: Bernameya mûşekî ya Îranê ji bo berevaniya Îranê hatiye pêşxistin ne ji bo muzakireyê. Lewma şiyanên berevaniyê yên Îranê ne tiştek in ku bikaribin ser wê biaxivin. Berdevkê Wezareta Karên Derve wek berteka himber daxuyaniya Konseya Ewropayê têkildarî desthebûna Îranê di şerê Ukraynê de jî got: Ew hema îdiayeke mîna îdiayên berê ye. Me ji destpêka pevçûna li Ukraynê ve ragehand ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin û me ti destwerdanek nekiriye û em nakin jî.

Serepeyv