Peyama Rêberê Inqilaba Îslamî: Jinên şehîd, canbaz û azadîxwaz ji qoçên herî bilind ên Şoreşê Îslamî ne
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, di peyama xwe de ji bo Kongreya Neteweyî ya "Komleşkerê Melekên Dîroksaz" ya ji bo rêzgirtina jinên şehîd, canbaz û azad, ev jinên mucahid, egîd û fidakar ji bilindtirîn qoçên Şoreşa Îslamî dan zanîn.
Li gorî bingeha agahdariya Nivîsgeha Rêberiya Mezin ê Inqilabê, di metna peyama Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, ya ji Kongreya Neteweyî ya "Komleşkerê Melekên Dîroksaz" re, jinên şehîd, canbaz û azadîxwaz nîşanderên yek ji qoçên herî bilind ên Şoreşa Îslamî û Komara Îslamî ne.
Di vê peyamê de, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir ku hêza baweriyê rê li ber têkoşînên mezin ji jinên Îranî re vekir û dîmenên hêja û bêhempa yên hebûna wan a wêrek, fedakar û nûjen di warên dijwar de afirand.
Di vê peyamê de, Hz. Ayetullah Xamineyî bi bîr xist: amadebûna di warê zanist, lêkolîn, teknolojî û geşatiya di warê edebiyat û hunerê, heya nimandina hunera xwe di warên civakî, siyasî û rêveberiyê de û di dawiyê de fidakarî û qurbanîdana di warê tenduristî û xizmetkirina bo nexweşan di azmûna metirsîdar a vê dawiyê de hemî û hemî nîşana pêşketinên menewî yên jinên Îranî ye, ku bi saya pergala Îslamî û ders û nirxên Îslamê derketiye holê.
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir ku digel çanda gendelî û paşverûtiya Rojavayî ku di serdema rejîma Pehlewî de li ser gelek jinan hate ferz kirin, jinên Îranî karîn xwe bigihînin rûmet û paqijiya îslamî û eva şanazî û rûmeteke mezin e.