Adar 04, 2021 13:43 Asia/Tehran
  • Teqrîza Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser pirtûka 'Berêvarên Kirîskanê' dê were weşandin

Mamoste Mela Qadir Qadirî Pêşnimêjê Nimêja Îniyê ya Paweyê qala weşandina pirtûka Berêvarên Kirîskanê (Esrhayê Kêrîskan) ku bi teqrîza Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hatiye xemilandin, kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Berêvarên Kirîskanê navê pirtûkekê ye ku ji aliyê Kiyanûş Gulzar Raxib hatiye nivîsîn û Emîr Seîdzade û hevjîna wî Seida Hemzeyî ew rewayet kirine û sala 1394an hatiye weşandin.

Mamoste Mela Qadir Qadirî Pêşnimêjê nimêja Îniyê ya Paweyê di gotûbêja bi Radyo û Televîziyona parêzgeha Kurdistanê ragihandiye ku ev pirtûk vê dawiyê bi Teqrîza Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hatiye xemilandin.

Ev pirtûk cara yekem sala 1394an a Koça Rojî ji aliyê Weşana Sûreya Mêhrê va hatiye weşandin.

Emîr Seîdzade rabêjê vê pirtûkê ji hêzên herî taybet ên serdema Berevaniya Pîroz e. Ji ber ku ew endamê tu rêxistinekê nîne, belkî hêzzekî azad e û di eynî demê da di memûrioyetên istixxbaratî û operasiyonî da beşdar dibe, hin memûriyetan jî jibo naskirinê li derveyî welêt cih tîne. Piştî wê berê xwe dide Sipahê.

Kirîskan navçeyek li Çiyayê Sincaqê li Herêma Kurdistana Iraqê ye ku baregeha sereke ya Partiya Demokrat a Îranê bûye. Seîdzade serdema hêsîrbûna xwe ya 4 salî li navçeya Kirîskanê bûye.

 

 

Serepeyv