Çile 08, 2021 11:15 Asia/Tehran
  • Weşana zindî ya Axaftina Rêberê Înqilaba Îslamî di salvegera serhildana 19 Deyê de destpê bû

Axivtina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê ya bi minasibeta salvegera serhildana 19 Deyê (8 Çileya 2021) ya gelê Qumê li dijî Rejîma zalim a Şah, bi awayekî zindî ji Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê destpê bû.

Axivtina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê ya bi minasibeta salvegera serhildana 19 Deyê (8 Çileya 2021) ya gelê Qumê li dijî Rejîma zalim a Şah, bi awayekî zindî ji kanalên Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê, Instagram, malpera KHAMENEI:IR û ajansa IRAN Pressê tê weşandin.

Axaftina Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî di salvegera serhildana 19ê Deyê de, her sal bi amadebûna bi hezaran kes ji gelê Qumê li Huseyîniya Îmam Xumeynî (re) pêk dihat, lê belê îsal ji ber pandemiya Koronayê ev axivtin bê hebûna gel bi awayeke rasterast ji televîzyonê tê weşandin.

19ê Deya 1356 koçî-Tavî 9 Çileya 1978 Gel, mamoste û telebeyên Huzeya Îlmiye ya  bajarê Qumê (başûrê Tehranê) li dijî heqareta rejîma Pehlewî ya li karakterê Îmam Xumeynî (re), damezînerê Komara Îslamî ya Îranê rabûn ku ji hêla ajanên ewlehiyê yên rejîma Pehlewî ve gelek ji wan şehîd û birîndar bûn.

 

 

Serepeyv