Îlon 27, 2020 14:38 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Alîkarê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ê Îranê  û Wezîrê Parastinê yê Iraqê

Alîkarê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ê Îranê li karûbarên navneteweyî li Bexdayê bi Wezîrê Parastinê yê Iraqê re hevdîtin pêk anî û pê re gotûbêj kir.

 Alîkarê Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ê Îranê li karûbarên navneteweyî  û serokê komîsiyona hevpar a leşkerî ya Îran û Iraqê serdar sertîp Qedîr Nizamî û wezîrê  Parastinê yê Iraqê Cume Enad îro di hevdîtina xwe de ser riyên berfirekirina hevkarî û pêwendiyên ewlehî û berevaniyê û şerê li dijî terorîsmê gotûbêj kirin.

Îran û Iraq tevî Rûsya û Sûriyê di çarçova komîteyeke hevpar a ewlekariyê de li şerê dijî teror û terorîzmê bi hev re kar dikin û navenda veguhestina îstixbarat û agahiyan û hevkariyên ewlekariyê navbera van çar welatan di sala 2015 li Bexdayê hat damezrandin û ji vê demê heya niha rûniştinên curbicur bona hevahengiya van welatan û veguestina lêzanînan pêk hatine.

Serepeyv