Îlon 12, 2020 21:48 Asia/Tehran
  • Peyama serxweşiyê ya Rêberê Înqilaba Îslamî ji ber jidinêçûna Ayetullah Saniyî

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê di peyama xwe de ji ber emrêxwedêkirina ayetullah şêx Yusif Saniyî sersaxî xwestiye.

Hz. ayetullah Xamineyî rêberê mezin ayetullah Xamineyî îro di peyamekê de ji ber jidinêçûna ayetullah Saniyî (Rizwan-ellah Eleyh) ji ewlad û malbata hêja û şagird û hogirên wî rehmetî re sersaxî xwest.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyama xwe de bi bîr xistiye: Ayetullah Saniyî ji şagirdên pir xebat di dersên Fiqh, û sûl û ji nêzîkên Hz. Îmam Xumeynî (RE) bû û piştî serketina Înqilaba Îslamî li ser postên girîng ên wekî dadweriyê mijûlî xizmetkirinê bû.

Hz. ayetullah Xamineyî di peyama xwe de diyar kir: Hêvî eva ye ku ev xizmetên ayetullah Saniyî ji aliyê Xwedê teala werin qebûl kirin û evana bibin sedema bilindbûna derecên axiretê yên wî rehmetî.

Ayetullah Saniyî sala 1937 li Nîkavaya Îsfehanê hatibû dinê û îro di emrê 83 saliyê emrê Xwedê kir.   

Ayetullah Saniyî li ber destê Îmam Xumeynî (RE), ayetullah Birucirdî, ayetullah Erakî, ayetullah Muheqiq Damad ders hîn bû.

Ev merceyê Texlîd yek ji endamên berê yê meclisa Xubreyên Rêberî û endamê Konseya Parêzvana Qanûna Bingehîn a Îranê û herwiha dozgerê berê yê giştiye welat bû.  

Serepeyv