-
Îtirafa Erdogan derheq dagîrkieina hin deverên Kurdistana Iraqê
Tîrmeh 26, 2019 07:41Serokkomarê Tirkiyê di civîna serokên AKP’ê yên bajaran de plana xwe ya dagirkirina hin deverên Herêma Kurdistana Iraqê axivt û got, “Li şûna çiyayên asê yên ser sînorê me, emê li aliyê din yê sînor di deştê de xeteke ewlekariyê çêbikin.”
-
Îbtalkirina Vîzeya Rûsyayê ji bo welatiyên Tirkiyê
Tîrmeh 26, 2019 06:23Li gor fermana serokomarê Rûsyayê vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyê bona sefera Rûsyayê hat rakirin.
-
Hevserokê HDP: Tirkiye divê demlidest bi kurdên li nav û derve aşitiyê bike
Tîrmeh 25, 2019 14:38Sezaî Temellî, hevserokê Partiya Demokratîka Gelan, HDP li axiftinekê siyasetên şerxwazane yên Tirkiyê li bakurê Iraqê rexne kirin û diyar kir: Tirkiye divê bi zûtirkê bi kurdên nav û derve re aşitiyê bike.
-
Girtina alîkarê şaredarê Nisîbînê û endamên HDP`ê li Mardînê
Tîrmeh 25, 2019 14:09Li herêmên kurdan li Tirkiyê ser fermana dozgerê Komarê, di çarçîva dosiya ``Terorê`` de şaredariyên Nisêbîn a Mêrdînê û Bismil a Amedê hatin desteserkirin.
-
Parlemantera HDPê: Binçavkirin û girtina endamên HDPê bi şidet berdewam dikin
Tîrmeh 25, 2019 10:46Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê li parlemana Tirkiyê û parlementera Êlihê ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran got: Van rojên dawiyê hêzên dewleta Tirkiyê bi şidet û hidet bêyî ti belge û hegerekê dest dane girtin û binçavkirina endamên HDP’ê .
-
Êrişa ser dîplomatêkî Belarûsê li Enqerê
Tîrmeh 25, 2019 07:21Li navça Çankaya ya paytexta Tirkiyê, Enqerê ber bi dîplomarkarekî Belarûsê gulle hat ber dan ku di encamê da ew dîplomatê Belarûsya bi giranî birîndar bû.
-
Çavûşoglu: Pêşniyarên Amerîka li ser herêma aram bi dilê me nebûn
Tîrmeh 25, 2019 06:32Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragihand, pêşniyarên ku Amerîka li ser pêkanîna “herêma aram” li bakura Sûriyê dane wan, bi dilê wan nebûye.
-
Ji ber êrişa ser geştyarên kurd li Terabozanê: 10 hezar kurdan tûra xwe ya Behra Reş îbtal kirin
Tîrmeh 25, 2019 06:25Piştî êrişa nejadperestên tirk li Terabozanê ser geştyarên kurd yên ku li ser tîşêrtên wan ala Herêma Kurdistanê kişandibûn, 10 hezar kurd ku çûne Diyarbekir û hin bajarên din li Kurdistana Tirkiyê, tûrên xwe yên geştyariyê li Behra Reş îbtal kirin.
-
HDP: "Em piştgiriyê didin kiryara CHP bona pêkanîna hevalebdniya demokrsiyê li Tirkiyê"
Tîrmeh 24, 2019 14:36Gonay Gobîlay, berdevka Partiya Demokratîka Gelan, HDP li axiftinekê bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên Canan Keftançîoglu, serokê teşkîlata partiya Komarîxwaz a Tirkiyê, CHP li Stembolê li bara mesela kurdan û hevalbendiya Demokratîk da zanîn û diyar kir: "Em piştgiriyê didin kiryara CHP bona pêkanîna hevalebdniya demokrsiyê li Tirkiyê".
-
Alîkarê serokê Halkbanka Tirkiyê ji Amerîkayê hate berdan
Tîrmeh 24, 2019 14:24Alîkarê serokê Halkbanka Tirkiyê ji Amerîkayê hate berdan û gihêşte Istanbûlê