Senders: Em hema nika divê şerê dijî Îranê bi dawî bînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360150-senders_em_hema_nika_divê_şerê_dijî_Îranê_bi_dawî_bînin
Senatorekî serbixwe yê amerîkî tevî amajeya ser rewşa aborî ya gelê welatê xwe dibêje ku şerê neqanûnî yê Amerîkayê dijî Îranê hema nika divê were bidawîhanîn.
(last modified 2026-09-06T14:51:59+00:00 )
Îlon 06, 2026 12:13 Asia/Tehran
  • Senders: Em hema nika divê şerê dijî Îranê bi dawî bînin

Senatorekî serbixwe yê amerîkî tevî amajeya ser rewşa aborî ya gelê welatê xwe dibêje ku şerê neqanûnî yê Amerîkayê dijî Îranê hema nika divê were bidawîhanîn.

Bêrnî Sendêrz Senatorê serbixwe yê eyaleta Wermont a Amerîkayê pêgirî kir: Şerê karestbar u neqanûnî yê Donald Trump Serokomarê Amerîkayê dijî Îranê ne tenê bûye sedema kuştin u birîndarkirina bi hezaran kesî, belku aborê jî bi giranî wêran dike. 

Sendêrz herwiha bal kişand jordaçûna bihaya ardûyê li Amerîkayê u got: Bihaya navîn a galoneke benzîn li asta netewî ti dema di betlaneya dawîya hefteyê ya Roja Karkeran da ji 4 Dolarî derbas nebûye, lê roja îro bi 4 dolar u 15 Sentan e.

Vî senatorê serbixwe yê amerîkî di dawîyê da got: Em divê hema nika şêrr bi dawî bînin.

Şayanî gotinê ye ku Trump ku bi soza bidawîhanîna şerên bêdawî hat ser desthilatê, nika pêrgî pêleke giran a rexneyên têkildarî şerê dijî Îranê bûye u vî şerî ne tenê derbeke gian li abora Amerîkayê xistîye, belku bûye sedem asta hebandina Trump li Amerîkayê bi awaykî berbiçav dakeve.