Zêdebûna nefreta ji Trump di nav amerîkîyan da
Encamên rapirsîyan nîşa didin ku nefreta ji Trump di nav amerîkîyan da her ku diçe, zêdetir dibe.
Encamên rapirsîya Belavoka Economist u Dezgeha YouGov`ê nîşan didin ku ji Çilleya sala 2025ê va, asta nefreta ji Donald Trump Serokomarê Amerîkayê di nav kesên 30 heta 44 salî da gellekî zêde bûye ku nîşan dide ev nifşa bi tundî dijî karnama Trump li bereberê hilbijartina dewra navîn a di Mijdarê da ye. Li gorî encameke vê rapirsîyê, sedî 57ê amerîkîyên ku deng dane Trump, dijî sîyasetên vî yên şerxwazîyê ne u sedî 45ê kesên deng dane Trump, ji ber vê dengdanê poşman in. Zêdebûna nefreta ji Trump bi giştî di nav welatîyên bi temenên curbicur da li Amerîkayê jî bi hin hegeran ji wan demdirêjbûna şerê dijî Îranê u dphatên aborî yên wî şerî ji bo malbatên amerîkî her ku diçe, zêde dibe. Belavoka News Weekê jî ragihand: Li gorî rapirsîyên nû, ihtimala vê yekê ku Komarxwaz di hilbijartina navîndewrê da berdêla şerxwazîya Trump bidin, zêde ye, lewma hin rayedarên Komarxwaz rêya xwe ji Trump cida kirine.
Rapirsîyeke Belavoka Economist u Dezgeha YouGov`ê jî ji 28 heta 31ê Tebaxê bi beşdarbûna hezar u 592 welatîyên mezin ên amerîkî hatîye lidarxistin. Di vê rapirsîyê da ji beşdaran hat pirskirin ku gelo ji karnama Trump razî ne yan na? Sedî 70yê kesên 30 heta 44 salî ji karnama Trump nerazî ne. Dezgeha Nowîgtorê jî li gorî encameke rapirsîya xwe ragihand ku ji 5 kesên ku di hilbijartina di sala 2024ê da deng dabûn Trump, yek ji wan poşman e. Hegera sereke jî şerê dijî Îranê hatîye ragihandin; bi gotineek din sedî 45ê kesên poşman, gotine ji ber şerê dijî Îranê ji dengdana bo Trump poşman in.