Qalîbaf ber bi rayedarên amerîkî: Serdema bersivên guncav idî bi dawî hatîye
Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê got: Derbên giran ên ku hêzên leşkerî yên Komara Islamî ya Îranê li binkeyên Amerîkayê xistin, rêvebirên vî welatî gêj u asê kirin.
Mihemed- Baqir Qalîbaf îro di civîna meclisa şêwra islamî ya Îranê da got: Bê guman amerîkîyan fem kirine ku dewrana bersivên guncav beranber idî bi dawî hatîye u derbên ku me di operasyonên vê dawîyê da li binkeyên ku ji wan destdirêj pêk hat, xist, tenê destpêkek bûn u heke we heta îro fem nekirîye, heta nebûye derengî divê hûn têbigihîjin ku qirarên hevkêşîyê guherîne u ji vir şûn da, her destdirêjîya ser berjewendî û ewlehîya Îranê pêk were, hûn dê pêrgî bersiveke lezgîntir, girantir u bijantir bibin.
Qalîbaf pêgirî kir: Di rewşekê da ku dijmin bi tundkirina boykotan bi dû feleckirina demajoya dabînkirina kelupelan u kontrolkirin u bikaranîna durist a enerjîyê, potansîyelên nû yên birêvebirina hişmend a kirrîna keulepan ji derve, handana ji bo berhemanînê u sûdwergirtina ji şîyana bijareyan berbendeke qahîm himberî timkarîya bîyanîyan ava kir.
Serokerkan u Cîgirê Rêkxerê Artêşa Komara Islamî ya Îranê jî dîyar kir ku gelê Îranê têknaçe ye u got: Heta dema ku gel li meydanê ye, ti welatek nikare Îranê. Edmîral Hebûbullah Seyyarî derbara şîyana hêzên çekdar ên Îranê piştî şerê sepandî yê sêyem da got: Erka me wek rayedarên leşkerî jordabirina asta şîyana pêşîlêgirtinê ye û li gorî ezmûn û dersên ku em ji şerêm sepandî yên Danzderojî, Remezan û Hurmizê wergirtîye, me ji bo nehîştina xalên lawazîyê yên ihtimalî u xurtkirina xalên bihêzbûnê gellek hewil daye.
Serokerkan u Cîgirê Rêkxerê Artêşa Komara Islamî ya Îranê wek berteka himberî gotinnê Trump têkildarî dorpêça deryayî û aborî ya dijî Îranê da jî got: Dema meriv gotinnê Trump dide rex hev, dibîne ku ew çend tiştan dubare dike; dibêje ku Îranê mafê hebûna çekên navokî tineye, me Hêza Deryayî ya Îranê ji nav bir, me li Hêza Deryayî ya Îranê xist, rewşa aborî ya Îranê xirab e u destmiza karmendan nedan; Trump bilî vana idî ti gotinek tineye û ev yeka idî ji bo me babeteek dubare ye. Wî pêgirî kir ku serdema van gotinan idî buhurîye, dîyar kir: Heke ew mêrê meydanê bana û dil hebûna fenanî ya li Venezuelayê bikevin dewrê û pîrozbayîyê bikin, heta nika hezaran carî ev yeka kiribûn, lê xwe jî baş dizanin ku li himberî şyana cengê, berxwedan u vîna gelê Îranê nikarin karekî bikin.