Êrişa ser dîplomatêkî Belarûsê li Enqerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306603-Êrişa_ser_dîplomatêkî_belarûsê_li_enqerê
Li navça Çankaya ya paytexta Tirkiyê, Enqerê ber bi dîplomarkarekî Belarûsê gulle hat ber dan ku di encamê da ew dîplomatê Belarûsya bi giranî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2019 07:21 Asia/Tehran
  • Êrişa ser dîplomatêkî Belarûsê li Enqerê

Li navça Çankaya ya paytexta Tirkiyê, Enqerê ber bi dîplomarkarekî Belarûsê gulle hat ber dan ku di encamê da ew dîplomatê Belarûsya bi giranî birîndar bû.

Li gor zanyariyên medyaya Tirkiyê şeva borî cîranekî dîplomatê Rûsyayê yê bi navê Alexsander Poganshev gulle berdayê ku di encama wê êrîşê da dîplomatê Belarûsya bi giranî birîndar bûye. Herwiha hatiye zanîn ku Poganshev rawêjkarê karubarê îdarî yê Balyozxana Belarûsê li Enqerê bûye.

Parêzgarê Enqerê Vasîf Şahîn aşkere kiriye ku êrîşkarê wî dîplomatê Belarûsyayê serbezekî xenenişîn e û navê wî Mehmed Fevzi Bayram e. Herwiha êrîşkar piştî vê êrîşê gulle berdaye serê xwe û dawî li jiyana xwe aniye.

Hêjayî gotinê ye ku 19 Kanûna 2016 jî di merasima vekirina galeriyeke hunerî li Enqerê de jî serbazekî polîs bi navê Mevlût Altîntaş gulle li balyozê berê yê Rûsyayê yê bi navê Andrî Karlov reşand û ew kuşt.