Hevserokê HDP: Tirkiye divê demlidest bi kurdên li nav û derve aşitiyê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306623-hevserokê_hdp_tirkiye_divê_demlidest_bi_kurdên_li_nav_û_derve_aşitiyê_bike
Sezaî Temellî, hevserokê Partiya Demokratîka Gelan, HDP li axiftinekê siyasetên şerxwazane yên Tirkiyê li bakurê Iraqê rexne kirin û diyar kir: Tirkiye divê bi zûtirkê bi kurdên nav û derve re aşitiyê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2019 14:38 Asia/Tehran
  •  Hevserokê HDP: Tirkiye divê demlidest bi kurdên li nav û derve aşitiyê bike

Sezaî Temellî, hevserokê Partiya Demokratîka Gelan, HDP li axiftinekê siyasetên şerxwazane yên Tirkiyê li bakurê Iraqê rexne kirin û diyar kir: Tirkiye divê bi zûtirkê bi kurdên nav û derve re aşitiyê bike.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê rojnam a Yeni Yaşamê, Sezaî Temellî HDPê, li axiftinekê bal kişand  sernûçeyên belavbûyî li bara damezirîna partiyeke nû li Tirkiyê ji aliyê tevgerên cudabûyî ji Partiya Dad û Geşepêdanê( AKP) û diyar kir: Damezrandina partiya nû ji aliyê van kesana dê tu feyda xwe tinebe. Ew hema mîna bûklikên rûsî ne( Bûklikên Matroşka), wan  vekin dê ji nava wan bûklikeka din derkeve. Yanî hema zîhniyet in li berûlayê din. Ew carekê hatine xebitandin û kevin bûne.

  Wî di dewama gotinên xwe de bal kişand  ser operasyonên eskerî yên artêşa Tirkiyê li bakurê  Iraqê û destnîşan kir: Bi tenê mesela ku Tirkiye xistiye nava  komeke pirsgirêkan, mesela kurdan e. Hin şer in ku ketiye nava wan. Bona ku ji van koma pirsgirêkan derkevin, divê beriya her tiştî li nav û dervey welêt bi kurdan re aşitiyê bike. Çi  li nav Kurdistana Sûriyê be çi li Herêma Kurdistana Iraqê û çi li Efrînê.

 Tirkiye divê beriya her tiştî li nav welêt bi kurdan re aşitiyê bike û bi zûtirkê agirê pevçûnan li Rojhilata navîn vemirne. Em dikarin vî karî bikin. Tirkiye bi siyaseta xwe ya şerxwaziyê  nikere tu destkewtek hebe. Bila li 40 salên buhurî binêre. Bila li deheka 90 binêre. Îsrara ser dewama van siyasetan dê Tirkiyê bikşîne riyekê ku veger tê de tine..