Girtina alîkarê şaredarê Nisîbînê û endamên HDP`ê li Mardînê
Li herêmên kurdan li Tirkiyê ser fermana dozgerê Komarê, di çarçîva dosiya ``Terorê`` de şaredariyên Nisêbîn a Mêrdînê û Bismil a Amedê hatin desteserkirin.
Li gor medya Tirkiyê,duh Çarşemê danê sibê li gor hikmê dozgerê komarê ya bi heceta dosiya ``Terorê`` hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di operasyonekê de li bajarokên Nisêbîn û Qoserê bi ser çend navnîşanan de girtin.
Di operasyonê de, Hevserokê Şaredariya Nisêbînê Ferhat Kut, Endamê Encûmena Şaredariyê Mehmet Emîn Alkan û Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Nisêbînê Leyla Bozkurt hatin desteserkirin.
Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser baregahê rêxistina HDPê ya Nisêbînê de jî girtin.
Li aliyê din li Taxa Bagcilar a bajarokê Rezan a Amedê jî polîsan bi ser mala Hevseroka Şaredariya Bismilê, Gulşen Ozer de girtin û ew jî desteser kirin.
Polîsê Tirkiyê li vê barê tu agehdariyek belav nekiriye.