Îtirafa Erdogan derheq dagîrkieina hin deverên Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i306651-Îtirafa_erdogan_derheq_dagîrkieina_hin_deverên_kurdistana_iraqê
Serokkomarê Tirkiyê di civîna serokên AKP’ê yên bajaran de plana xwe ya dagirkirina hin deverên Herêma Kurdistana Iraqê axivt û got, “Li şûna çiyayên asê yên ser sînorê me, emê li aliyê din yê sînor di deştê de xeteke ewlekariyê çêbikin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 26, 2019 12:11 Asia/Tehran
  • Îtirafa Erdogan derheq dagîrkieina hin deverên Kurdistana Iraqê

Serokkomarê Tirkiyê di civîna serokên AKP’ê yên bajaran de plana xwe ya dagirkirina hin deverên Herêma Kurdistana Iraqê axivt û got, “Li şûna çiyayên asê yên ser sînorê me, emê li aliyê din yê sînor di deştê de xeteke ewlekariyê çêbikin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan di civîna berfireh a serokên partiyan a AKP’ê de axivî û di nava axaftinên xwe de behsa operasyona dagirkeriyê ya bi navê Pençe ya li dijî Herêma Kurdistanê kir û bi plana Tirkiyê ya derbarê vê Herêmîê de îtîraf kir.

Erdogan diyar kir hedefa wan ne ew e ku çiyayên bilind û asê yên li aliyê din ê sînor bigirin û got, “Li şûna girtina çiyayên asê yên li aliyê din ê sînor, emê li aliyê din yê sînor di deştê de (bajaran) xeteke ewlekariyê ava bikin. Dema ev xet çêbe, ji xwe meseleyeke bi navê Qendîlê nmîne.”

Erdogan di nava axaftina xwede careke din gef li kurdên Sûriyê jî xwar û got ku wê êrişî  bakur û rojhilatê Sûriyê jî bike.