-
Tirkiye- 15 kesên din bi Koronayê mırıne
Hezîran 14, 2020 15:01Wezareta Tendirustiya Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye di heyama 24 saetên dawî de li Tirkiyê 1.562 kesên din bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketine û 15 kes jî pê mirine.
-
Fransa: Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê nayê qebûlkirin
Hezîran 14, 2020 19:26Serokomarê Fransayê di daxuyaniyekê de destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê şermezar kir û ragihand: “Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê nayê qebûlkirin û xweş nayê pêşwazîkirin.”
-
Bi pileya 5.9 rîşteran erdhejek li herêmên kurdî yên Tirkiyê çêbû
Hezîran 14, 2020 18:51Li navçeya Kanîrêşê ya Çewligê li herêmêln kurdan ên Tirkiyê bi pileya 5.9 rîşteran erdhêjek çêbû.
-
Leşkerên Tirkiyê ciwanekî Kurd li Wanê kuşt
Hezîran 14, 2020 17:29Li Elbakê di encama gullereşandinê ji aliyê leşkerên Tirkiyê de ciwanekî Kurd ê bi navê Emrah Gorur jiyana xwe ji dest da.
-
Li Êlihê 2 berpirsên HDPê hatin girtin
Hezîran 14, 2020 14:37Li parêzgeha Êlihê (Batman), du berpirsên rêkxistinên bajarokekî yên HDPê hatin binçavkirin
-
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê derbarê gotinên kirêt ên li dijî Başak Demîrtaş daxuyanî da
Hezîran 14, 2020 12:14Wezîrê Dadê yê Tirkiyê li ser gotinên kirêt ên derbarê Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Rûmet, namûs û heysiyeta mirov di ser her tiştekî re ye. Hiqûq dê li hemberî van gotinên bêedeb û provakatîf tişta pêwîst bike.”
-
Ji bo rêgirtina li meşa HDPê deriyên 9 parêzgehan hatin girtin
Hezîran 14, 2020 06:45Li parêzgehên Colemêrg, Bedlîs, Wan, Şirnex, Kirklarelî, Edîrne, Kocaelî, Sakarya û Tekirdagê qedexeya çalakî û daxistina deriyan bo rêgirtin li meşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo dema sê rojan, hat ragihandin.
-
Wezîrê Derve û Berevaniyê yên Rûsyayê serdana Tirkiyê dikin
Hezîran 13, 2020 19:23Şanda leşkerî û ewlekariyê ya bi serpereştiya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu sibê Yekşemê serdana Tirkiyê dikin.
-
Tirkiye- 14 kesên din bi Koronayê mirine
Hezîran 13, 2020 17:59Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand di heyama 24 saetên dawî de 1.459 kesên din bi Koronayê ketine û 14 kes jî bi Koronayê mirine.
-
Tirkiye: Du endamên PKK di encama operasiyona artêş hatin kuştin
Hezîran 13, 2020 15:45Çavkaniya ser bi dewleta Tirkiyê dibêje ku di encama operasiyona artêşa vî welatî li parêzgeha Şirnexê 2 endamên PKK hatin kuştin.