Wezîrê Derve û Berevaniyê yên Rûsyayê serdana Tirkiyê dikin
Hezîran 13, 2020 19:23 Asia/Tehran
Şanda leşkerî û ewlekariyê ya bi serpereştiya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu sibê Yekşemê serdana Tirkiyê dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsyayê ve hatiye belavkirin, şanda ku ji berpirsên leşkerî û ewlekariyê pêk tê ya bi serpereştiya Wezîrê Derve Sergey Lavrov û Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu sibê Yekşemê 14ê Hezîrana 2020ê serdana Tirkiyê dikin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku hevdîtin û civîn li Stenbolê tên kirin û di wan hevdîtinan de dê mijarên herêmî û peywendiyên navbera herdu welatan bên gotûbêjkirin.
Li gor medyaya Tirkiyê jî, Lavrov û Şoygu dê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar bicivin.