Tirkiye- 15 kesên din bi Koronayê mırıne
Hezîran 14, 2020 19:31 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye di heyama 24 saetên dawî de li Tirkiyê 1.562 kesên din bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketine û 15 kes jî pê mirine.
Îro roja yekşemê 14.06.2020an Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Twitterê ragihand di heyama 24 saetên dawiyê de li Tirkiyê 1.462 kesên din bi Koronayê ketine û 15 kes jî bi Koronayê mirine û 1.330 nexwşên Koronayê jî baş bûne.
Ligor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê heta niha 178 hezar û 239 kes bi Koronayê ketine û 4.807 kes jî bi Koronayê mirine. 151 hezar û 417 kes jî baş bûne.