Bi pileya 5.9 rîşteran erdhejek li herêmên kurdî yên Tirkiyê çêbû
Hezîran 14, 2020 18:51 Asia/Tehran
Li navçeya Kanîrêşê ya Çewligê li herêmêln kurdan ên Tirkiyê bi pileya 5.9 rîşteran erdhêjek çêbû.
Li gor zanyariyên Rasatxana Kandilliyê bi pileya 5.9 rîşteran li navçeya Kanîrêşê ya Çewligê erdhejek çêbûye.
Herwiha erdhêj li parêzgehên Diyarbekir, Mûş, Meletî, Dêrsîm û navçeyên wê jî hatiye hîskirin.
Heta niha li gor zanyariyên destpêkê yên Walîtiya Çewligê 3 kes birîndar bûne.