Tirkiye- 14 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316783-tirkiye_14_kesên_din_bi_koronayê_mirine
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand di heyama 24 saetên dawî de 1.459 kesên din bi Koronayê ketine û 14 kes jî bi Koronayê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2020 17:59 Asia/Tehran
  • Tirkiye- 14 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand di heyama 24 saetên dawî de 1.459 kesên din bi Koronayê ketine û 14 kes jî bi Koronayê mirine.

Êvara îro roja şemiyê 13.06.2020an Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ji ser hesabê xw yê tora medyaya civakî ya Twitterê ragihand di maweya 24 saetên dawî de 1.459 kesên din bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketine û 14 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha 985 kes jî baş bûne.

Ligor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê heta niha 176 hezar û 677 kes bi Koronayê ketine. Herwiha 4.792 kes jî bi Koronayê mirine û 150 hezar û 87 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.