Leşkerên Tirkiyê ciwanekî Kurd li Wanê kuşt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316812-leşkerên_tirkiyê_ciwanekî_kurd_li_wanê_kuşt
Li Elbakê di encama gullereşandinê ji aliyê leşkerên Tirkiyê de ciwanekî Kurd ê bi navê Emrah Gorur jiyana xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2020 17:29 Asia/Tehran
  • Leşkerên Tirkiyê ciwanekî Kurd li Wanê kuşt

Li Elbakê di encama gullereşandinê ji aliyê leşkerên Tirkiyê de ciwanekî Kurd ê bi navê Emrah Gorur jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Qaşqol ê Elbakê, di encama gulebarandina leşkeran de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê ya Wanê, di encama gulebarandina leşkeran de ciwanê 20 salî Emrah Gorur jiyana xwe ji dest da û Saîm Yilmaz bi giranî birîndar bû. Yilmaz rakirin Nexweşxana Lêkolînê ya Herêma Wanê. Cenazeyê Gorur jî rakirin morga Nexweşxana Dewletê ya Elbakê. Hat diyar kirin ku cenazeyê Gorur ji bo otopsiye wê bişînin Wanê. Welatiyên herêmê, têkildarî bûyerê, diyar kirin ku leşkeran gulle barandin û di encamê de Gorur jiyana xwe ji dest da. Welatiyan di heman demê de îdîakirin ku Gorur dema zevî av dida û heywanên xwe diçêrand bi şalgerdanê hatiye fetisandin û dûre gulle lê hatiye reşandin. Gorur ê berî 3 salan bavê xwe ji dest daye, li dayik û 7 xwişk û birayên xwe mêze dikir û birêvebirina meaş û debara jiyana wan di destê vî ciwanî bû.