Tirkiye: Du endamên PKK di encama operasiyona artêş hatin kuştin
Çavkaniya ser bi dewleta Tirkiyê dibêje ku di encama operasiyona artêşa vî welatî li parêzgeha Şirnexê 2 endamên PKK hatin kuştin.
Malpera rojnama Akşam ya Tirkiyê ya nêzîkî hikûmeta Tirkiyê nivîsiye duh înê artêşa vî welatî li deverên derdora Beyt Şebab ya parêzgeha Şirnexê operasiyonek pêk anî ku di encamê de 2 endamên PKKê hatin kuştin û artêşa Tirkiyê jî dest danî ser gelek çek û sîlahên PKKê.
PKKê jî derbarê van êrişên Artêşa Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de ragihand ku 8’ê Hezîranê di saetên şevê de artêşa Tirkiyê li devera gundên Cumate, Hindis û Selima yên girêdayî navçeya Farqîna Amedê dest bi operasyonekê kiriyen. Ev operasyona bi desteka helîkopter û gelek wesayîtên zirxî pêk hat, artêşa Tirkiyê bi dijwarî devera operasyonê bombe kirine û ev bombebaran heta sibeha 9’ê Hezîranê berdewam kiriye dema ku ji operasyonê ti encamek negirt, lawirên gundiyên herêmê yên li deverê bi zanabûn kirin hedef û kuştin. PKKê didomîne ku hêzên Tirkiyê heman demê bi desteka kontrayan cilên hêzên PKKê li xwe kirine, li gundên Cumate, Hindis û Selima xebatên kontrayê kirine.
Li gor daxuyaniya hanê 10’ê Hezîranê jî artêşa Tirkiyê li devera Mergezerê ya li bejahiya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyon kiriye. Heman rojê di saetên nîvroyê de bi desteka helîkopteran hêzên Tirkiyêr ên dever bombe dikir, bi helîkopterên Skorsky leşker danîne qadê. 12’ê Hezîranê balafirên şer devera operasyonê bombebaran kiriye. Ev operasyon heman rojê bê ku encamek bigire vekişiyane.
12’ê Hezîranê jî balafirên şer ên artêşa Tirkiyê devera Deşta Kavya li gel gundê Kanîsarkê yên Herêma Garê ku sivîl lê dijîn bombebaran kirine. Di encama bomberdûmana de li qadê şewat derketiye.