Imamoglu ji girtîgehê bo nexweşxanê hat veguhestin
Tebax 14, 2025 14:13 Asia/Tehran
Berbijarê Serokomartîyê yê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê ku di girtîgeha taybet emnî ya Sîlîvrîyê da tê ragirtin, vê sibê ji ber êşa giran a piştê careka din ji bo çavdêrîya pizişkî bo nexweşxanê hat veguhestin.
Ekrem Imamoglu ku berî vîya di 25ê Tîrmehê da jî ji ber piştêşa xwe ji hêla rêvebirîya girtîgehê va bi merema çavdêrîya pizişkî û dermankirinê bo nexweşxanê hatibû veguhestin û piştî çavdêrîya pizişkî bo zîndanê hatibû vegerandin.
Derbara rewşa tenduristîya wî û çavdêrîya pizişkî da hê ti hûrgilîyek nehatîye weşandin.