Cotmeh 20, 2023 16:54 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana xelkê Tirkiyê dijî cinayetên Rejîma Siyonîst didome

Xelkê bajarên kurdnişîn ên Tirkiyê hevdeng digel niştecihên bajarên din ên vî welatî wek îtiraza li hemberî cinayetên Rejîma Siyonîst xwenîşandan li dar xistin.

Xelkê navçeya kurdnişîn a Batmanê li başûrê rojhilatê Tirkiyê li dijî siyonîstan û jki bo piştevaniya ji miletê mezlûm ê Filistînê xwenîşandan li dar xistin.

Ev meş bi navê "Batman ji bo Xezeyê dimeşe" li ser vexwendina zêdetirî 50 saziyên sivîl ên îslamî ji ber Parka Batmanê dest pê bû.

Xwenîşanderan tevî ku alayên Filsitînê û alayên bi dirûşmeya "La Îlahe Îllellah" hilgirtibûn destê xwe, li dijî Rejîma Siyonîst a dagirker dirûşme bilind kirin.

Xwenîşanderan di rêya meşê da dirûşmeyên weke "Mirin ji bo Îsraîlê, Mirin ji bo Amerîkayê", "Îsraîla Kujer, ji Filistînê biçe der" û "Silav bo Hemasê; Berxwedan bdiome" bilind kirin.

Niştecihên Parêzgeha Qonyeyê jî ji bo piştevaniya ji Hemasê û şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst li navenda vê parêzgehê meşiyan. Xwenîşandana neraziyan li Qonyeyê heta sibeya Îniyê hatiye domandin.

 

Serepeyv