Ji çend roj berê va lehî û laser li hin deverên Kurdnişîn ên başûrê rojhilatê Tirkiyê rabûye û ji ber vê yekê hejmarek welatîyan canê xwe ji dest dane, birîndar an jî wenda bûne.
Bi dehan hezar welatiyên Batmanê li Tirkiyê ji bo piştevaniya ji gelê Filistînê û şermezarkirina cinayetên siyonîstan dijî Xezeyê xwenîşandan li dar xistin.
Xelkê bajarên kurdnişîn ên Tirkiyê hevdeng digel niştecihên bajarên din ên vî welatî wek îtiraza li hemberî cinayetên Rejîma Siyonîst xwenîşandan li dar xistin.
Şaredariya Batmanê ku niha di bin destê Qeyûmê hikûmeta Tirkiyê de ye peykerê helbestvanê navdar Cegerxwîn rakir.
Va ne hin çalakiyên çandî yên bi kurdî yên dawiya Gulanê yên ku li bajarên cûr bi cûr ên Tirkiyê tên lidarxistin.
Lîstika Yenîsahneya Batmanê a bi navê "Serbaz" di çarçoveya tûrneya xwe de vê carê diçe Îzmîrê. Lîstik 28 û 29'ê gulanê li Îzmîrê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Kemeraltiyê dê bê lîstin.
Duh pêşbirka Batman Petrol Spor û Hendekê hebû. Batmanê bi 2-1 tîma Hendekê têk bir û berî lîg bi dawî bibe bû qareman.
Li parêzgeha Amasyayê ya Tirkiyê minîbûsa ku ji parêzgeha Êlihê werzişvan hilgirtibûn wergeriya. Di bûyerê de Nûnerê Zoranbaziyê yê Êlihê û Rahênerê Klûba Sporê ya Petrolê ya Êlihê Îbrahîm Halîl Kay canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyê de ji bo Dora 1'emîn pişke hat kişandin û roja lîstina pêşbirkan diyar bû. Di Dora 1'emîn de 10 tîm hene ku di nav wan de tîmên bajarên kurdan jî hene.
Li Tirkiyê di 24 demjimêrên bihorî de 26 hezar û 597 kes bi vîrusa KOVÎD-19 ketin û 124 kesan jî canê xwe ji dest da.