Tîrmeh 31, 2023 08:31 Asia/Tehran
  • HDP xwe ji bo hilbijartinên Adarê amade dike

Berpirsên Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê , HDP ragihandin ku ev partiya jibo beşdariya di hilbijartinên şaredariyan dê li hemî parêzgehên Tirkiyê berbijaran bide nasandin.

Rayedarên Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê ragihandin ku dixwezin berbijarên  xwe bo hilbijartinên şaredariyan bidin nasandin. Wan her wiha diyar kirin ku piştî lidarxistina  kongreya partiyê û bijartina hevserokên nû dê biyara eseh derbarê nasadina berbijaran bo hilbijartinên pêşber were dayîn. 

  HDP ku ji ber verkirîbûna dosiya hilweşandina wê neçar ma di hilbijartinên Gulanê de ser navê partiya çepgir a kesk tevlî hilbijartinna bibe, di vê hilbijartinê de işkeseke giran xwar û berpirsên partiyê jî berpirsiyariya işkesta xwe di vê hilbijartinê de dan istûyê xwe.

 Mîdhet Sencer û Perwîn Bûldan hevserokên partiyê jî meha derbasbûyî ragihandin ku dev ji posta xwe berdane. 

 Du civînên mezin ên HDP yê dê li Stenbol û Amedê bên lidarxistin. 

 

Serepeyv