Serokê Meclisa Tirkîyê: Bi hilweşandina PKK, meseleya terorîsmê bi dawî dibe
Serokê Meclisa Tirkîyê got: Demajoya aştîyê bi armanca xurtkirina hevgirtina navxweyî, bidawîhanîna pevçûnan u girtina rê li ber sûdwergirtina narewa ya zilhêzên bîyanî dest pê bûye û nika gihîştîye qonaxeke çarenûssaz.
Nu`man Kurtulmûş amajeyî demajoya ``Tirkîyeya bêyî teror`` kir u pêgirî kir ku vê carê berovajî hewlên berê, vîna netewî û meclisa Tirkîyê rola mêhwerî di birêvebirina demajoya aştîyê da hene u komsyoneke taybet ji bo bidestxistina hevdengîya sîyasî hatîye pêkanîn. Kurtulmûş got ku heke hilweşandin u çekdanîna PKK bi awayekî tam be, meseleya terorîsmê yê ji bo heta hetayîyê ji destûrkara Tirkîyê derkeve. Serokê Meclisa Tirkîyê got: Têkoşîna himberî PKK di çend deh salîyên buhurî da zîyanên canî, emnî u aborî yên giran daye ser milê Tirkîyê û li gorî texmînan, xercê rasterast u nerasterast ê vê têkoşînê heta sala 2013ê nêzî 1.3 tirilyon dolar bûye ku roja îro ji vê astê zêdetir e jî.