Kanûn 16, 2025 22:06 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî: Pêwîst e nirxên Berevaniya Pîroz bi awayekî hunermendane ji bo xortan werin ronkirin

Gotinên Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî di hevdîtina digel Berpirsên Kongreya Rêzgirtina 5580 şehîdên Parêzgeha Elborzê îşev li cihê lidarxistina vê komcivînê li Kerecê hat weşandin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di vê hevdîtinê da yek ji karên giring di rewşa niha da veguhestina vîn û nirxên serdema Berevaniya Pîroz bo nifşa ciwan zanî û got: Xortên îro yên me xortine baş in û tevî derfetên pêşketî ku ji bo veguhestina naveropk û têgihên cûrbicûr bo zihnê wan hene, karîne pênaseya xwe ya dînî biparêzin û divê ev derfet ji bo ronkirin û veguhestina hunermendane ya nirxan bo xortan were bikaranîn.

Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî tevî tekeziya li ser vêya ku veguhestina nirx û vînên serdema Berevaniya Pîroz bo nifşa nû hewcedarî xebata hunermendane û şopandina bêrawestan e, got: Tevî hemî dijwarî û pirsgirêkan, gellek xalên erênî û amadehiyên zêde ji bo meşiyaana di rêya Îslamê û Şoreşê da li welêt hene ku divê werin xortkirin.

 

Serepeyv