Civîna YNK u PDK bêyî encam bi dawî hat
Civîna YNK u PDK ya ku îro li Pîrmamê hat lidarxsitin, bêyî encam bi dawî hat. Di vê civînê da her du alîyan basa pêkanîna kabîna 10an a hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, lê tenê daxwazên xwe hilêxistin u li ser tiştekî lihev nekirin.
Çavkanîyeke haydar amajeyî vê yekê kir ku desteyên danuistandinker ên YNK u PDK di vê civîna li Pîrmamê da pêgirî ser rawestandina şerê ragihandinê yê di navbera YNK u PDK da kirin û pêgirîya sereke ya wan ser par u pişkên wan di kabîna dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê da bû û dîsan jî daxwazên berê hilêxistin, bêyî ku bigihêjine ti encamekê.
Ev civîna di halekî da ye ku duh rê nehat dayîn ku Luqman Werdî endamê serkirdayetîya YNK ji derbasgeha Sumaqlîyê va here Hewlêrê. Ser-rêveberîya Asayşa Hewlêrê jî ragihand ku li derbasgeha sînorî ya Koyê rê li ber çend berpirsên PDKê hat girtin ku diçûn Silêmanîyê.