Keşifkirina goristaneke ya zêde ji 1400 salî berî nika li Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i358520-keşifkirina_goristaneke_ya_zêde_ji_1400_salî_berî_nika_li_hewlêrê
Li Hewlêrê şûnewarekî dîrokî hat peydakirin ku gorneke komkî û hestî û tasa serê zêde ji 100 kesî û çend berhemên dîrokî digire ber xwe û tê payîn ew gorna ya serdema Sasanîyan be.
(last modified 2026-02-26T08:39:35+00:00 )
Sibat 25, 2026 13:42 Asia/Tehran
  • Keşifkirina goristaneke ya zêde ji 1400 salî berî nika li Hewlêrê

Li Hewlêrê şûnewarekî dîrokî hat peydakirin ku gorneke komkî û hestî û tasa serê zêde ji 100 kesî û çend berhemên dîrokî digire ber xwe û tê payîn ew gorna ya serdema Sasanîyan be.

Omîd Xoşnav Parêzgarê Hewlêrê di vî warî da got: Dema karkirina li proja xizmetguzarîyê ya li Taxa Bagluminareya Hewlêrê, karker rastî çend hestî u tasa sere merivan bûn. Piştî hilkolandinan derket holê ku ew dera cîyekî dîrokî ya girîng e u li gorî texmînên berayî ya zêde ji 1400 salî berî nika ye.

Mihemed Leşkerî Rêvebirê Dayra Şûnewarên Dîrokî û Mîrata Çandî ya Herêma Kurdistanê jî ku hevdem sergêrê koma lêkolînê ye, amajeyî vê yekê kir ku di vekolandinê da 103 tasên sere merivan hatine peydakirin û got: Ev herêma wek ya paşatîya Adyabinê tê naskirin. Di pirtûka Kironolojîya Hewlêrê da basa vê şahnişînê hatîye kirin ku ya sedsalên 4 u 5 ên zayînî ye.