Kanûn 16, 2025 18:06 Asia/Tehran
  •  Bijartina hogirên Tîma Futbolê ya Zaxoyê wek baştirîn hogir li asta cîhanê

Hogirên Tîma Futbolê ya Zaxoyê li Herêma Kurdistana Iraqê bi bidestxistina dengên herî zêde li asta cîhanê, ji hêla FIFAyê va wek baştirîn hogir di sala 2025ê da hatn bijartin.

Federasîyona Cîhanî ya Futbolê (FIFA) îro encama dengwergirtina ji bo bijartina baştirîn hogirê salê ragihand. Di vê rikeberî u dengdanê da, hogirên Tîma Zaxoyê bi saya dengên herî zêde, raserî reqîbên ji Arjantîn u Spanîyayê cî girtin u ev xelata navdar bi dest xistin. Ev serketina cara yekem e ku dibe para hogirên ji herêmeke Rojhilata Navînê. Merasima pêşkêşkirina xelata The Best`ê biryar e ku îşev bi beşdarîya nêzî 800 kesî li Talara Feyrmont Katara li Duheya paytexta Qeterê were lidarxistin.

Serepeyv