Kanûn 16, 2025 19:06 Asia/Tehran
  •  Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîma Sîyonîst ser vê navçeyê rabû 70 hezar u 667 kesî.

Hejmara birîdaran jî rabûye 171 hezar u 151 kesî. Wezareta Tenduristîyê ya Fiilstînê li Zîvala Xezzeyê herwiha ragihand ku di 24 saetên buhurî da meytê 2 şehîdan bo nexweşxanê hatîye veguhestin. Di heman demê da 6 kes jî hatine birîndarkirin. Di dewama daxûyanîya vê wezaretxanê da hatîye ku hinek gorî hela jî di bin kavilan da ne û komên hawargiheştin u rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin wan.

Serepeyv