Partiya Çep a Kesk piştevaniya xwe ji Kemal Kilîçdaroglû aşkira kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i341589-partiya_Çep_a_kesk_piştevaniya_xwe_ji_kemal_kilîçdaroglû_aşkira_kir
Partiya Çep a Kesk (YSP) ragihand ku ew ê di dora duyem a hilbijartinên serokkomartiyê yên Tirkiyê da pişta Kemal Kilîçdaroglû bigire.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
May 26, 2023 15:31 Asia/Tehran
  • Partiya Çep a Kesk piştevaniya xwe ji Kemal Kilîçdaroglû aşkira kir

Partiya Çep a Kesk (YSP) ragihand ku ew ê di dora duyem a hilbijartinên serokkomartiyê yên Tirkiyê da pişta Kemal Kilîçdaroglû bigire.

Li gorî rapora ISNA'yê, Partiya Çep a Kesk a ser bi kurdên Tirkiyê roja Înîyê b weşandina twîtekê piştevaniya xwe ji berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê diyar kir.

Di vê peyamê da hatiye:

Me biryar da ku ti boykotek tinebe, em ê biçin sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin guhertinê û hema wisa pişka Kemal Kilîçdaroglû bigirin.

Umîd Ozdag Rêberê Partiya Zeferê jî çend roj berê piştevaniya xwe ji Kemal Kilîçdaroglû diyar kiribû.