Sibat 13, 2023 09:58 Asia/Tehran
  • Xetera belavbûna nexweşiyên vegir li 10 parêzgehên erdhejlêqewimî yên Tirkiyê

Nebûna berdewam a madeyên xwariniyê, îmkan û derfetên tenduristiyê û destavan, her wiha berhevnekirina zibil û bermahîkan li navçeyên erdhejlêqewimî, xetera belavbûna nexweşiyên vegir li 10 parêzgehên Tirkiyê yên ku erdhej li wanqewimiye zêde kiriye.

Rojnameya Duvar’ê nivîsî: Nebûna berdewam a madeyên xwariniyê, îmkan û derfetên tenduristiyê û destavan, her wiha berhevnekirina zibil û bermahîkan li navçeyên erdhejlêqewimî, xetera belavbûna nexweşiyên vegir li 10 parêzgehên Tirkiyêyên ku erdhej li wan qewimiye zêde kiriye.

Beşa Pizîşkî ya Stenbolê ji Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê xwestiye ku yekîneyên çavdêriyên tenduristiyê yên seretayî ji bo raberkirina xizmetên pêwîst li navçeyên erdhejlêqewimî ava bike da ku rê li ber nexweşiyên vegir ku dikarin derbasîwelatiyên saxmayî ji ber erdhejê bibin, were girtin.

Serokê Odeya Pizîşkan a Navçeya Ûrfayê li başûrê rojhilatê Tirkiyê jî got ku li nav çadiran derfetên guncan ji bo destav, dûrkirina pîsavê û komkirina zibilan, her wiha îmkana bidestxistina madeyên xwariniyê tune.

Serokê Odeya Pizîşkan a Navçeya Ûrfayê her wiha got: Eva ku mexdûrên erdhejê ji bo germkirina xwe her tiştê ku li nav çadiran dibînin dişewitînin, dibe sebeb ku bi gaza Kerbon-Monoksîdê tûşî xetera jehrîbûnê bibin.

Serepeyv