Ji ber şewata berfireh li rêl û daristanên Sûgûkûlûk a parêzgeha Hataya Tirkiyê xelkê van navçana malên xwe vala kirin.
3.5 milyon kes ji welatîyên dikarin dengê xwe bidin, neçar mane ji deverên erdhejlêketî yên Tirkîyê koç bikin.
Rêxistina Heyva Sor a Tirkiyê roja Yekşemiyê ji ber firotin û nedayîna konan bo kesên rizgarbûyî ji erdheja 6ê Sibatê ku başûr rojhilatê Tirkiyê kavil kir, ji aliyê dijber û medyayên vî welatî va hat rexnekirin.
Karzanên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêjin: Tirkiye tûşî karesata herî mezin di dîroka xwe da bûye û herî kêm divê 500 hezar xanî ji nû va bên çêkirin.
Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Serokkomarê Tirkîyê berpirsê rasterast ê jordaçûna hejmara gorîyên erdhejê û xisarên ji ber wê zanî.
Kovara Age’yê ya Australîyayê ji zarê rayedarên kurd ên li Tirkîye û Sûrîyê nivîsî ku berpirsên hikûmeta Tirkîyê di warê gîhandina alîkarîyan bo deverên mexdûrê erdhejê da li her du welatan cihêkarîyê pêk tînin.
Awareyên sûrî piştî erdheja giran a li Tirkîyê dizvirin welatê xwe.
Mewlûd Çawûşoxlû û “Antonio Tajani” wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îtalyayê di vê gotûbêja bi rêya telefonê da derbarê rewşa navçeyên erdhejlêqewimî li Tirkiyê û şandina alîkariyên mirovdostane bo Enqereyê axivîn.
Hejmara gorî û birîndarên erdhejê li Laziqîyeya Sûrîyê jorda çû.
Ji ber daketina erdê di encama erdheja li başûrê Tirkiyê da, geliyek bi kûrahiya 50 mitrî çê bû.