162 welatan piştevaniya xwe bo serxwebûna Filistînê diyar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i361538-162_welatan_piştevaniya_xwe_bo_serxwebûna_filistînê_diyar_kirin
Lêjneya Mafên Mirov û Karûbarên Mirovdostane ya Civata Giştî ya NY’yê, biryarnameya salane ya mafê xwebiryardanê ya gelê Filistînê pejirand.
(last modified 2026-11-21T11:04:54+00:00 )
Tesrîn 21, 2026 08:34 Asia/Tehran
  • 162 welatan piştevaniya xwe bo serxwebûna Filistînê diyar kirin

Lêjneya Mafên Mirov û Karûbarên Mirovdostane ya Civata Giştî ya NY’yê, biryarnameya salane ya mafê xwebiryardanê ya gelê Filistînê pejirand.

 

Di vê biryarnameyê da ku bi 162 dengên alîgir hat pesendkirin, li ser mafê filistîniyan di xwebiryardan, serxwebûn û jiyana azad da li ser axa xwe dûr ji dagirkerîya Rejîma Siyonîst tekezî hatîye kirin. Rejîma Siyonîst, Amerîka û 6 welatên din li dijî vê biryarnameyê deng dan û 8 welatan jî dengê bê-alî dan. Di vê biryarnameyê da li ser nêrîna şêwirmendîyê ya Dîwana Navneteweyî ya Dadwerîyê, derbarê neqanûnîbûna dagirkerîya axa Filistînê û pêwîstîya bidawîanîna bê derengî ya dagirkerîya Rejîma Siyonîst, tekezî hatîye kirin.