Wezîrê karên derve yên Tirkiye û Îtalyayê bi rêya telefonê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339588-wezîrê_karên_derve_yên_tirkiye_û_Îtalyayê_bi_rêya_telefonê_axivîn
Mewlûd Çawûşoxlû û “Antonio Tajani” wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îtalyayê di vê gotûbêja bi rêya telefonê da derbarê rewşa navçeyên erdhejlêqewimî li Tirkiyê û şandina alîkariyên mirovdostane bo Enqereyê axivîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2023 14:04 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yên Tirkiye û Îtalyayê bi rêya telefonê axivîn

Mewlûd Çawûşoxlû û “Antonio Tajani” wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îtalyayê di vê gotûbêja bi rêya telefonê da derbarê rewşa navçeyên erdhejlêqewimî li Tirkiyê û şandina alîkariyên mirovdostane bo Enqereyê axivîn.

Li gorî rapora TRT’yê, “Antonio Tajani” Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê di gotûbêja telefonê bi Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê da bi nûnertiya ji aliyê gel û hikûmeta Îtalyayê va ji ber candayîna hejmareke zehf a welatiyên Tirkiyê ji ber erdhejê li vî welatî sersaxî da wî.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê tekez kir ku heta her dema ku pêwîst be ew ê ji çalakiyên lêgerîn û rizgarkirinê piştgirî bikin. Tajani sipasiya rayedarên Enqereyê ji ber hewldana ji bo peydakirina welatiyekî îtalyayî yê windabûyî ji ber erdhejê kir.

Çawûşoxlû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê jî sipasiya Îtalyayê ji ber şandina hêzên alîkarîgihên û rizgarkirinê, şandina alîakriyên mirovdostane û vekirina nexweşxaneya gerrok kir.