Sibat 11, 2023 20:13 Asia/Tehran
  •  Rayedarê tirkiyeyî: “Hêza erdheja Tirkiyê beranberî 500 Bombên Atom bû”

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Erdhejê yê Rêxistina Bobelatên Xwezayî ya Tirkiyê ragihand: “Enêrjiya azadbûyî ji ber erdheja vê hefteyê li Tirkiyê beranberî enêrjiya 500 Bombên Atom tê berawirdkirin.”

Du erdhejên giran berbanga roja Duşemiyê, 6ê Sibata 2023an, navçeyên başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê hejandin. Di encama vê erdhejê da heta niha bi dehan hezar kesî canê xwe ji dest daye an birîndar bûne. Hêzên alîkarîgihand û yarmetîder hema wisa li kesên di bin kelefe û kavilan da digerrin.

Li gorî rapora ISNA’yê, “Orhan Tatar” Rêveberê Giştî yê Karûbarên Erdhejê yê Rêxistina Bobelatên Xwezayî ya Tirkiyê roja Şemiyê derbarê hêza erdhejên vê dawiyê li Tirkiyê got: “Erdheja yekem bi hêza 7.7 Rîşteran 65 çirkeyan û erdheja duyem jî 45 çirkeyan qewimî.”

Li gorî ragihandina Rêxistina Rêveberiya Bobelat û Bûyerên Çaverênekirî ya Tirkiyê, piştî erdheja sereke di berbanga Duşemiyê heta niha zêdetirî 2000 paşelerze hatine tomarkirin.

Tirkiyê ji wan welatan e ku herî zêde erdhej lê diqewimin. Erdheja herî dawî ya giran li Tirkyiê bi hêza 7.8 Rîşteran di sala 1939an li Parêzgeha Erzincanê ya rojhilatê vî welatî qewimî ku di encamê da 33 hezar kesan canê xwe ji dest da.

Her wiha erdhejeke bi hêza 7.4 Rîşteran jî sala 1999an navçeya Dozceya Tirkiyê hejand ku di encamê da zêdetirî 17 hezar kesî canê xwe ji dest da.

 

Serepeyv