Sibat 23, 2026 17:20 Asia/Tehran
  • Hevserokê DEM Partiyê: Kurdên Tirkiyê li benda pêngava praktîkî ya hikûmetê ne

Navenda Mafên Mirovan a Xezzeyê ragihand ku ji dema peymana agirbesê li Cotmeha 2025`an li zîvala Xezzeyê ve 642 filistînî şehîd bûne. NY jî ragihand ku rewşa Xezzeyê hîn jî nalebar e.

Hevserokê DEM Partiyê bang li hikûmeta Erdogan kir ku gavên praktîkî di pêvajoya aşitî û civaka demokratîk de hilîne.

Tuncer Bakirhan, hevserokê DEM Partiyê di civîna gelanî ya partiyê de li bajarê Bitlîsê ser mijara pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk got ku kurdên Tirkiyê piştî salan têkoşîna ji bo nasname, ziman û çanda xwe,niha li benda tedbîrên berbiçav û qanûnî ji aliyê hikûmeta vî welatî ne. Wî bal kişand ser rapora komîsyona parlemanê û ser pêwîstiya reformên qanûnî, garantiyên qanûnî ji bo zimanê Kurdî li Tirkiyê û guhertina pênaseya welatîbûnê di destûra  bingehîn a vî welatî de tekez kir û daxwaza dawîbûna nêrîna ewlehiyê ya hikûmeta Tirkiyê ji bo pirsgirêka kurdan li vî welatî kir. Hevserokê DEM partiyê derbarê rapora komîsyona  parlemanê got ku ev rapor ne çareseriya dawiyê ye lê xala destpêkê ye û heke kêmasiyên wê hebin, divê ew li parlemanê werin çareserkirin. Wî  ser cihanîna bi lez a dengên Dadgeha Destûra bingehîn û dadgeha mafên mirovan a  Ewropayê tekez kir.

Serepeyv