Sibat 11, 2023 18:05 Asia/Tehran
  •  Hejmara gorîyên erdhejê li Tirkîye û Sûrîyê rabû 24 hezar kesî

Hejmara gorîyên erdheja roja Duşemiyê li Tirkîye û Sûrîyê rabû 24 hezar kesî.

Dayra Kontrolkirin û Şopandina Karesatan û Bûyerên Nişkêveyî ya Tirkîyê (AFAD) ragihand ku heta niha 21 hezar û 43 kesan canê xwe ji dest dane û nêzî 93 hezar kes jî ji herêmên erdhejlêketî hatine derxistin.

Herwiha li bajarê Hatayê yê Tirkiyê zarokek 2 mehî 128 sietan piştî erdhejê bi saxî ji bin kavilên avahiyekê hat derxistin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) “Garo Paylan” ragihand ku li parêzgeha Semsûrê ya Tirkiyê ew kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane bêyî navên wan bên tomarkirin, ji aliyê malbatên wan ve tên veşartin û got: “Mixabin hejmara miriyan ji ya tê ragihandin gelekî zêdetir e.”

Li Sûrîyê jî hejmara gorîyên erdhejê ji 3500 kesî derbas bû.

NY’yê hişyarî da ku herî kêm 870 hezar kes li Tirkîye û Sûrîyê piştî erdhejê bê mal û hal mane û hwcedarê xwareka lezgîn in.

 

Serepeyv