Çile 13, 2023 18:08 Asia/Tehran
  •  HRW’yê ji bo Demîrtaş û girtiyên siyasî bang li Tirkiyê kir

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) derbarê binpêkirina mafan de rexneyên giran li hikûmeta Tirkiyê û Serokkomarê wî welatî Erdogan kirin.

Herwiha HRW’yê ji bo Demirtaş û girtiyên siyasî bang li Tirkiyê kir û ragihand: “Divê Selahattîn Demirtaş û siyasetmedarên din ên girtî demildest bên berdan.”

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirov ya ku navenda wê li Amerîkayê ye duh 12ê Çileya 2023an rapora xwe ya di derbarê cîhanê de belav kir.

Di beşa Tirkiyê ya vê raporê de hatiye ragihandin: “Berî hilbijartinan zext zêde bûne. Erdogan sansura online zêde kiriye, opozîsyonê bi awayekî bêrehmane ceza dike.”

Rapora HRW’yê di beşeke din a raporê de behsa girtina Hevserokên Berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û siyasetmedarên din yên girtî dike û radigihîne: “Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û siyasetmedarên din yên ku hîn di girtîngehê de girtî ne, nîşana wê yekê ne ku ev hikûmet di nava welatên Konseya Ewropayê de ya herî zêde mafê mirovan binpê dike ye û vê yekê bi keyfeke mezin dike. Kesên ku navên wan hatin ragihandin divê hemû demildest werin berdan.”

Rapora HRW’yê her wiha radigihîne ku heta niha azadnekirina Osman Kavala jî tê wateya nenaskirina biryarên Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve.

 

Serepeyv