Cotmeh 25, 2021 20:06
Balyozxanên Amerîka, Kanada, Holanda, Fînland û Norwecê yên li Tirkiyê ji daxuyaniya xwe ya ji bo azadkirina Osman Kavala paş de gav avêtin û ragihandin ku ew pabendî maddeya 41 ya Peymannama Viyenayê ne ku ew madde taybet e bi rêzgirtina li qanûnên welatan. Erdogan ji ber daxwaza azadkirina Kavala, fermana dersînorkirina balyozên 10 welatan dabû.