Tebax 16, 2022 14:36 Asia/Tehran
  • HDP dixwaze derbarê tawanên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” li Sûriyê lêkolîn were kirin

HDP ji parlemana Tirkiyê daxwaz dike, lêkolîn di warê tawan û binpêkirinên ku li Sûriyê ji aliyê çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de ya ku Tirkiye piştevaniya wan dike, bên kirin.

Cîgirên Serokê Fraksiyona HDPê li parlemana Tirkiyê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç ji parlemana Tirkiyê xwastin, tawan û binpêkirinên çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li deverên Sûriyê yên di bin kontrola Tirkiyê de werin lêkolînkirin.

Wan herwiha dan xuyakirin ku çeteyên girêdayî Tirkiyê tevlî gelek bûyerên talan, eşkence, destdirêjî û kuştinan bûne û li dijî Kurdan binpêkirinên mezin kirine û binpêkirin jî di raporên rêxistinên mafên mirov de cîh girtine.

Beştaş û Saruhan di pêşnûmeyê de gotin: “Ligel destpêkirina şerê naxweyî yê Sûriyê yê di sala 2011ê de, bi dehan grûpên çekdar ên weke El-Qaîdeyê derketin holê, ku piraniya wan sînorê Tirkiyê bi kar dianîn, desthilata AKPê di operasyonên leşkerî de ev grûpên çekdar bi kar anîn, ku beşek ji wan grûpan bi DAIŞê re çalakiyên hevbeş kirine. Grûpên çete yên di bin navê SMO (Artêşa Niştimanî ya Sûriyê) de, ku desthilat li cihên bin kontrola xwe, rêveberî radestî wan kiriye, alîkariyên maddî û lojîstîk dabîn dike û wan diparêze.”

Cîgirên Serokê Fraksiyona HDPê herwiha gotin: “Tevî ku gelek sazî û rêxistinên navneteweyî yên wekî Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropayê û rêxistinên sivîl di rapor û daxuyaniyên xwe de gelek caran ragihandibûn ku van koman binpêkirinên giran ên mafên mirovan bi taybetî li dijî Kurdan pêk tînin, lê ev binpêkirin û sûcên hanê heta niha jî dewam dikin.”

Beştaş û Saruhan her wiha bang li parlemanê kirin ku bi çi derfet, pare û alîkariyên lojîstik piştevaniya çekdaran hatiye kirin, divê were zelalkirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çete di Adara 2018an de Efrîn û di Mijdara 2019an de Serê Kaniyê û Girê Sipî dagîr kirin û ji wê demê ve gelek binpêkirinên mafên mirovan hatine kirin, wek kuştin, revandin û aşkencedana welatiyên sivîl û destdanîna ser mal û milkên xelkê. 

Serepeyv