Endama rêveber a kampa Holê ya li bakûrê rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku eger kamp ji kontrolê derkeve dê karesatek mezin biqewime û destnîşan kir ku ji ber êrişên Artêşa Tirkiyê 33 komele û rêxistinan karê xwe li kampê rawestandin.
Artêşa Tirk roja Sêşemê careke din gundê Ebû Rasîn ê dikeve bakurê rojavayê Hesekê bi topbaran kir.
Hêzên Tirkiyê îro jî gundewarê bajarokê Zirganê li bakurê Sûriyê û herêmên kurdî topbaran kirin.
Cîgirê Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê derbarê plana koma têrorîst a El-Nusreyê ji bo kiryarên tehrîkker li parêzgeha Idlibê agahî da ku hewl dide bi vî awayî dewleta Sûriyê û hêzên Rûs bi kiryarên dijî mirovan tawanbar bikin.
Berdevkê Fermandetiya gişt a Hêzên çekdar ên Iraqê qala girtina serçeteyekî DAIŞê yê mezin li parêzgeha Kerkûkê kir.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên alîgirên wê hejmarek ji gundên herêma Hesekê ya Sûriyê topbaran kirin.
Çiyayên navçeya Şera ya Efrînê ji aliyê hin balafiran ve hatin bombebarankirin. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, baregehên grûpa terorîst a Feyleqa Sêyem ji aliyê balafirên Rûsyayê ve hatine bombebarankirin.
Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa û gundê Tinibê yê navçeya Şêrayê topbaran kirin.
Topxaneyên artêşa Tirkiyê gundek li derdora bakurê Helebê yê Sûriyê kirin armanca êrişên giran.
Hêzên Tirkiyê şeva borî gundewarên her sê herêmên Kobanî, Eyn Îsa û Til Temir ên kurdên Sûriyê li bakurê vî welatî topbaran û bombebaran kirin.