Êrişa Topxana artêşa Tirkiyê li ser gundekî bajarê Helebê yê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i336996-Êrişa_topxana_artêşa_tirkiyê_li_ser_gundekî_bajarê_helebê_yê_sûriyê
Topxaneyên artêşa Tirkiyê gundek li derdora bakurê Helebê yê Sûriyê kirin armanca êrişên giran.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 11, 2022 19:01 Asia/Tehran
  • Êrişa Topxana artêşa Tirkiyê li ser gundekî bajarê Helebê yê Sûriyê

Topxaneyên artêşa Tirkiyê gundek li derdora bakurê Helebê yê Sûriyê kirin armanca êrişên giran.

Li gorî rapora kanala Al-Alamê, topxaneyên artêşa Tirkiyê duh sêşemê derdora gundê Herbelê li gundewarê bakurê Helebê bi 7 hawanan armanc girtin.

Çavkaniyên xwecihî yên Sûriyê jî ji êrişa koma çete ya bi navê Artêşa Niştimanî ku dewleta Tirk jê piştgiriyê dike ser baregehên komeke din a çeteyên Artêşa Tirkiyê ya bi navê grûpa Hemze xeber da. Di vê pevçûnê de welatiyek sivîl jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Destê çeteyên Hemze di kuştina çalakvanê medyayî Mihemed Ebû Xenûm û hevjîna wî de ye, ku berî 4 rojan hatin terorkirin. Ev cînayeta çeteyên Dewleta Tirk bû sedema hêrsbûna gelê Sûriyê li dijî Tirkiyê.