Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê çend gundên Hesekê topbaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i337348-artêşa_tirkiyê_û_çeteyên_wê_çend_gundên_hesekê_topbaran_kirin
Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên alîgirên wê hejmarek ji gundên herêma Hesekê ya Sûriyê topbaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2022 15:27 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê çend gundên Hesekê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên alîgirên wê hejmarek ji gundên herêma Hesekê ya Sûriyê topbaran kirin.

Li gor zanyariyên xwecihî ji Cizîra bakur û rojhilatê Sûriyê, artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, yên ku navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” lê kiriye, gundê Til Werd ê ser bi gundewarê parêzgeha Hesekê topbaran kir û di encamê de, leşkerekî Artêşa Sûrî, bi navê Basil Mihemed Salih hate kuştin û 5 leşkerên din jî, birîndar bûn.

Hevdem gundê Xirbet Şiîr, Rebîaat û Ebbûş ên ser bi nahiyeya Zirgan jî hatin topbarankirin.

Ev topbaran di demekê de bû ku, gundê Aqîbê yê ser bi nahiyeya Şêrawa li gundewarê Efrînê hate topbarankirin û di encamê de 2 zarok birîndar bûn.