Topxanên artêşa Tirkiyê bakurê Sûriyê topbaran dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i337707-topxanên_artêşa_tirkiyê_bakurê_sûriyê_topbaran_dikin
Artêşa Tirk roja Sêşemê careke din gundê Ebû Rasîn ê dikeve bakurê rojavayê Hesekê bi topbaran kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 16, 2022 06:41 Asia/Tehran
  • Topxanên artêşa Tirkiyê bakurê Sûriyê topbaran dikin

Artêşa Tirk roja Sêşemê careke din gundê Ebû Rasîn ê dikeve bakurê rojavayê Hesekê bi topbaran kir.

Ajansa SANA ya nûçeyan li ser zarê çavkaniyên xwecihî li Sûriyê ragihand ku hêzên Tirkiyê û grûpên terorîstî yên girêdayî wê yên ku li gundên Enîq El-Hawa û El-Dawûdiye bi cih bûne, her du gundên “El-Rebîat” û “Um Hermeleh” bi top û roketan kirin armanc.

Çavkaniyên xwecihî tekez kirin ku êrîşên Tirkiyê yên bi caran ziyanên canî û madî gihandine welatiyan û her wiha jiyana rojane ya welatiyan têk biriye.

Çend roj berê artêşa Tirk û çeteyên wê gundên “Tel El Werd”, “El Rebîat”, “Xerba El Şaîr” û “El Ebûş” ên derdora Ebû Rasîn a dikeve bakurê rojavayê Hesekê hedef girtin.

Welatiyên Sûriyê yên li herêmên bakur û rojhilatê vî welatî ku ji gefên berdewam ên Tirkiyê û kiryarên çeteyên wê bêzar bûne, gelek caran bi lidarxistina xwenîşandanan daxwaz ji artêşa Tirkiyê û çeteyên wê kirine ku terka welatê wan bikin.