Tebax 16, 2022 11:49 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna Tirkiyê li hember proseya siyasî ya Sûriyê

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ku di proseya siyasî ya Sûriyê de ti pêşketin nedîtine.

Artêşa Tirkiyê bi behaneya şerê li dijî terorîstan, nêzîkî du sal û nîv e ku navçeyên bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê dagîr kiriye û heta niha jî komek leşkerên Tirkiyê û çeteyên dewleta tirk li van deveran hene.

Di hefteyên borî de, Tirkiyê ragihandibû ku ew bi niyaz e ku operasyonên leşkerî li Sûriyê pêk bîne ji bo avakirina "herêmeke ewle" bi kûrahiya 30 kîlometran di nav axa Sûriyê de.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a Rûsiya Al-Yawm`ê, berdevkê wezareta karên derve ya Tirkiyê di daxûyaniyekê de îdia kir: "Em hewlên xwe yên ji bo çareseriyeke mayînde ya kêşeya Sûriyê didomînin. Me piştgiriya tevayî ji muxalefeta Sûriyê û muzakereyên opozîsyonê re kir, lê ji ber cidînebûna hikûmeta Sûriyê me ti pêşketinek di varê pêvajoya siyasî li vî welatî de nedît."

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha got: “Tirkiyê piştgiriya demkî pêşkêşî bi milyonan welatiyên Sûriyê kir û rola xwe ya bibandor di çêkirina jîngeheke guncaw ji bo vegera penaberan û hewlên çareserkirina aloziya Sûriyê û cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariya Navneteweyî berdewam dike.

Di heman demê de welatiyên Sûriyê yên li herêmên bakurê vî welatî ku hertim ji erd û esmîn de di bin topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê de ne û ji gefên berdewam ên Tirkiyê û kiryarên çeteyên wê bêzar bûne, bi lidarxistina xwepêşandanan gelek caran daxwaz ji artêşa Tirkiyê û çeteyên wê kirine ku welatê wan biterikînin. 

Hikûmeta Sûriyê bi caran hebûna artêşa Tirkiyê li Sûriyê protesto kiriye û ji dewleta Tirk xwestiye dev ji dagirkirina axa Sûriyê berde.

Serepeyv