Tîrmeh 12, 2022 08:41 Asia/Tehran
  • Tirkîye Kavala azad nake û diqewime Konseya Ewrûpayê endametîya wê taloq bike

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) ragihand ku Tirkiyê xala 46/1 ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye û bi vî awayî ihtimala taloqkirina endametîya Tirkîyê di Konseya Ewrûpayê da jorda çû.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere kiriye û diyar kir ku Tirkiyê berpirsiyariyên xwe yên derbarê biryarên DMMEyê pêk neanîne û xala 46/1 ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.

Dadgeha Mafên Merivan a EWrûpayê herwiha dîyar kir ku divê Tirkîye bi hegera binpêkirina azadîyê 7 hezar û 500 dolarî bide Kavala.

Kêm diqewime ku Dadgeha Mafên Merivan a Ewrûpayê bi aşkirayî dewletekê bi hegera berçavnegirtina biryara wê dadgehê ceza bike. Lê Wezîrên Konseya Ewrûpayê di meha Sibatê da ev dosîya şandin Dadgeha Mafên Merivan a Ewrûpayê, lewma biryara duh bi wateya jordaçûna ihtimala taloqkirina endametîya Tirkîyê di vê konseyê da ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê jî wek berteka himberî vê yekê dibêje: Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bi biryara xwe careke din rûmeta sîstema mafên mirov a Ewropayê xiste ber pirsan.

 

Serepeyv